Lindsay Lohan şerpê li xwe dike

Di Meha derbasbûyî de, Lindsay Lohan hemû wêneyên xwe yên rût ji ser tora civakî ya Instagramê rakir û li cihê xwenasandinê de, nivîsandibû "El-Selam Eleykum".

K24 - Navenda Nûçeyan

Stêrka navdar ya Amerîkî Lindsay Lohan, di dema amadebûna wê di pêşandana cilûbergên çalakiyên Hefteya Modêlan de li Londonê, şerpe li xwe kir.

Di daxuyaniyekê de ji kenala (BBC Minute) re, Lindsay Lohan ya ku bi şerpê beşdarî çalakiyên Hefteya Modêlan li Londonê kiribû got: "Pêwîst nake her dem cilûberg rût bin, dibe ku em bi ciwaniya xwe bimînin di bin serperiştiya civakake bihêz de jî".

Di meha derbasbûyî de, Lindsay Lohan hemû wêneyên xwe yên rût ji ser tora civakî ya Instagramê rakir û li cihê xwenasandinê de, nivîsandibû "El-Selam Eleykum".

Lindsay Lohan, di 2ê Tîrmeha 1986an de li New Yorkê jidayik bû. Ew ekter û stiranbêja popê ye, ji zaroktiya xwe ve, di warê pêşandana cilûbergan de kar kiriye.

Di salên 2003 heya 2005an de, ji ber rola wê ya serekî di fîlmên (Freakiy Friday, Mean Girlis, Herbie: Fully Loaded) karî navdariyeke cîhanî bidestxîne.

 

N.O

 

Mood ?

A post shared by Lindsay Lohan (@lindsaylohan) on