Wan bûye navenda geştiyarên Îranî

Di 9 mehên destpêkê yên sala 2017an de nêzikê 400 hezar geştiyarên Îranî serdana bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 9 mehên destpêkê yên sala 2017an de nêzikê 400 hezar geştiyarên Îranî serdana bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê kirine.

Li gor nûçeya kovara Economist, bajarê Wanê bûye navenda geştiyarên Îranî û di nav 9 mehên destpêkê yên sala 2017an de 388 hezar geştiyar serdana Wanê kirine. Ji ber geştiyarên zêde piraniya caran di otelan de cih namîne.

Geştiyarê Îranî diyar dikin, ew li bajarê Wanê gelek aram û azad in. Ev jî bo serdana wan sedemek girîng e.

Bajarê Wan ku ji Îranê ve nêzîk e û bi deryaçe, çiya û cih û warên xwe yên dîrokî bajarek geştiyariyê ye.