Balerînên biçûk di rêya Leyla Bedirxan re dimeşin

Li Diyarbekirê, reqsa nûjen a baleyê, ji bo zarokên keçik hem dibe cihê hînbûna hunereke nû, hem jî ji bo pêşveçûna laşî dibe tercîha dayîk û bavan. Reqsa baleyê ku di nav reqsên nûjen ên cîhanê de li rêzên pêş cihê xwe digire, bi pêşengiya Malbata Bedirxaniyan, li nav civaka Kurdan belav bûye û niha jî ji bo nifşê nû car din tê hînkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir  

Li Diyarbekirê, reqsa nûjen a baleyê, ji bo zarokên keçik hem dibe cihê hînbûna hunereke nû, hem jî ji bo pêşveçûna laşî dibe tercîha dayîk û bavan. Reqsa baleyê ku di nav reqsên nûjen ên cîhanê de li rêzên pêş cihê xwe digire, bi pêşengiya Malbata Bedirxaniyan, li nav civaka Kurdan belav bûye û niha jî ji bo nifşê nû car din tê hînkirin.

Yek ji reqsên nûjen ên li seranserê cîhanê tê zanîn, reqsa baleyê ye. Cihê reqsa baleyê di nav civaka Kurdan de jî ne xerîb e. Lewra vê reqsê, ji aliyê Leyla Bedirxan ve li nav Kurdan hatiye belavkirin. Leyla Bedirxan, bi reqasiya xwe ya baleyê, wekî jina yekemîn a Kurd di nav pelên dîrokê de cihê xwe girtiye û pênaseya “Keybanûya Kurd” girtiye. Ji bo reqsa baleyê, li Diyarbekirê jî eleqe gelek zêde ye.

Mamosteya baleyê ya vê kursê, Katya ye. Katya bi eslê xwe ji Rûsyayê ye û li Diyarbekirê reqsa nûjen hînî zarokên biçûk dike. Katya li ser vê reqsê wiha ji K24ê re axivî: “Hînkirina zarokan ji bo min kêfxweşî ye. Dema ez bi zarokan re eleqe dibim, dilê min pê xweş dibe. Ez dixwazim balerînên serkeftî ji vê kursê derkevin.”

Reqsa baleyê, 3 sal in ku li Diyarbekirê tê pêşkêşkirin. Ji bo ku desteya reqsê were tekûzkirin, divê asta temenên zarokan wekî hev be. Şerta yekemîn a vê kursê jî ew e ku; divê zarok ji 3 saliya xwe derbas bûbin, da ku bikaribin ji mamosteya xwe fêm bikin.

Berpirsiyara Kursa Baleyê Şîlan Yilmaz e. Yilmaz diyar dike ku; wê jî xwestiye çanda Leyla Bedirxan a reqsa nûjen li Diyarbekirê bide destpêkirin û ji bo pêşerojê balerînên navdar bigihîne. Şîlan Yilmaz ji K24ê re got: “Gelek zarok beşdarî vê reqsê dibin û gelek baş derbas dibe. Bi kêf û coş derbas dibe. Eleqe gelek heye û em pê kêfxweş dibin. Ji ber ku ev reqs ji bo Diyarbekirê nû ye, ne gelek kevin e, em pê kêfxweş in.”

Baleya ku bi liv û tevgerên narîn tê pêşkêşkirin, di sedsalên 16 û 17’an de li hemû Ewropayê belav bûye, di sedsala 18’an de gihîştiye Rûsyayê û berhemên ku li cîhanê wekî berhemên herî navdar hatine qebûlkirin jî li Rûsyayê hatine hilberîn. Niha li seranserê cîhanê bi van berheman reqsa balêyê tê pêşkêşkirin. Reqsa ku di sala 1925’an de bi pêşengiya Bedirxaniyan li nav Kurdan belav bûye, girîngiya xwe wenda nekiriye û ji bo bêhtir were naskirin, xebatên zêdetir tên meşandin.