Li Tirkiyê ewlehiya kar di rewşeke metirsîdar de ye

Tirkiye di warê qezayên kar de li Ewrûpayê di rêza 1. û li tevahiyê dinyayê jî di rêza 3. de ye.
kurdistan24.net

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê piştî ku bûyerên bobelatî di mijarên kar, kanza û kargehan de rû didin, mercên kedkaran û ewlehiya kargehan dikeve rojeve û tê nîqajkirin. Lê belê tevî van nîqajan jî kedkar dimirin û bûyerên rûxandina kanzayan her diçe zêde dibin. Tirkiye di warê qezayên kar de li Ewrûpayê di rêza 1. û li tevahiyê dinyayê jî di rêza 3. de ye.

Li Şîrwana Sêrtê di 17ê Cotmeha 2016an de li kanzaya Sifirê rûxandin pêk hat û di encamê de 16 karker di bin axê de asê man, heta niha 7 karkeran canê xwe ji dest da. Ji bo karkerên din jî xebatên rizgarkirinê berdewam dikin. Li ser vê bobelata kar, ewlehiya kanzayan û bi giştî jî ewhlehiya kar li Tirkiyê di nav dam û dezgehên kedkar û mafê mirovan de tê nîqajkirin. Li

Tirkiyê di demên borî de bobelatên kanzayê yên weke Somayê rû dabûn û bi sedan karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Bi bûyera Somayê her çiqas li ser ewlehiya kar nirxandin û nîqaj bê kirin jî, li Tirkiyê di wan bûyerên ku bi mirinê encam didin her diçe zêde dibe. Serokê Sendîkaya Şoreşger ya Kanzayan Tayfun Gorgûn di derbarê kêşeyên kadkar û kanzayan de ji Kurdistan 24ê re axivî.

Serokê Sendîkaya Şoreşger ya Kanzayan Tayfun Gorgûn wiha got:"Li Tirkiyê tevî ku pîşesaziya kanzayê, ne zêde ye jî, bûyerên bi mirin gelek zêdene. Ev yek nîşan dide ku Tirkyê di aliyê ewlehiya kar de bergiriyên kar bi cih nayîne. Weke hemû erdingariya Kurdistanê, Şîrwan jî ji aliyê adaniya kanzayan ve gelek cihekî dewlemend e. Li Şîrwanê tiştê ku rûda, ji xemsarî û bêewlehiya kar pêk hat. Sedem û berpirsyariya vê yekê ew polîtîkayên ku niha karigerin û nûnerên van kargehan bixwe ne."

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan Ozturk Tirkdogan jî bi taybetî di derbarê bûyera kanzayê ya Şîrwanê û bi giştî jî li ser kêşeyên ewlehiya kar rawestiya û aliyên yasayî û mafên karker û mirovane nirxand.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Tirkdogan wiha axifî:"Bûyera ku li Şîrwanê rû da ne qeza ye, ew bi xwe kujeriye. Kesên ku rêveberiya wê kanzayê dikin pîvanên ewlehiya karkeran û bergiriyan bi cih ne anîne. Ew kesên ku bûne sedem û berpirsyarê van mirinan jî divê bi bersûcê kujeriyê bên darizandin."

Li ser rûyê dinyayê di her serê 3ê deqîqeyan de qezayeke kar rû dide û ji 4 deqîyan carek ê jî kedkarek dimire. Sedema van qeza û mirinan jî bêewlehiya kar û xemsariya xwedî û rêvebirên kargehan in. Tirkiye ji aliyê bûyerên kar ve li Ewrûpayê di rêza 1emîn de ye û li tevahiya dinyayê jî pîştî dewletên wek El Salvador û Cezayîrê di rêza 3emîn de ye.