Hunera reşikan li hemberî teknolojiyê liber xwe dide

Yek ji van dewlemendiyên çand û hunerê pîşekariya êmeniyê ye. Kelepora êmeniyê, ji dîrokê vir ve wek gelek neteweyên Mezopotamyayê di nav Kurdan de jî wek nirxeke qedîm hatiye pejirandin û parastin. Lê belê ev destkarî jî wek yên din li dijî teknolojiyê roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Yek ji van dewlemendiyên çand û hunerê pîşekariya êmeniyê ye. Kelepora êmeniyê, ji dîrokê vir ve wek gelek neteweyên Mezopotamyayê di nav Kurdan de jî wek nirxeke qedîm hatiye pejirandin û parastin. Lê belê ev destkarî jî wek yên din li dijî teknolojiyê roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe.

Çarix, dema pîşesaziya pêlavan pêşve neçûbû di nav jiyana rojane de nîşaneyeke şaristaniyê bû. Lê îro li Wanê vejandina vê hunera desta, tenê ji aliyê hosteyê bi nave Mecît Emel ve tê parastin. Hoste Mecît 30 sal in hem pêlavan tamîr dike û hem jî reşik û herika çêdike.

Emel derbarê karê xwe de ji K24ê re axivî û got: "Li Wanê, ji bilî me ti kes vî karî nakin, pêçar zahf hene, lê ti kes êdî reşika çênake. Em amûreyên wan ji derve tînin û wan bi destan çêdikin. Herwiha emrê reşika jî 50 sal in. Jixwe li herêmê kes bi vî karî re nakeve tenê li Bilîsê herik tên çêkirin."

Reşik, cureyeke êmeniyê ye û tayê wê bi pûrta bizinê ve bi şêweyekî zehmetî tê çêkirin. Amûreya çarixê ya herî baş û binyad jî ji postê gamêşan e. Hosteyê binavê Havzullah Keleş jî diyar dike ku ew van berhamên çand û dîrokî bi tenê li ser daxwazan çêdikin. Keleş got: "Em reşikan bi pûrta bizana ve çêdikin. Ev nêzî 16 û 17 sal in vî karî dikim. Em di serî de postên amadeyî bi kêrê jê dikin û paşê jî wan dixin qalib. Hewceye ku ew 24 saetan di nav qalib de bimîne, ku tayê xwe hilde."

Êmenî, li Kurdistanê hilberîneke kelepûrî ye û xwediyê dîrokeke kevnar e. Ji bo tendurisya pîçarix,li gorî celebên din baştir e. Lê êdî ji ber guherîna reng û dirûvê jiyanê ev pêlav bi tenê di bernameyên gelêrî û rojên taybet de tên bikaranîn. Çarixa ku berê her kesî xwe bixwe çêdikir niha ev pîşe digel bakur li tevahiya Tirkiyê ber bi tûnebûne ve diçe. Ev pêlava dîrokî û kevnar yanî emenî, êdî bi tenê bûye wek alava pêşanê.