Di rewşa şer de qaçaxiya entîkan zêde dibe

Di rewşên şer û pevçûnan de bazirganiya parçeyên şûnewarî û entîkeyan ji aliyê hin kesan ve bi şêweyekî qaçax çalak dibe. Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku nêzî 1600 gir û deverên dîrokî hene, tevlî ku rewşa deverê ji heyama 7 salan ve ne cîgir e, lê ta niha 90% ji wan deveran hatine parastin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di rewşên şer û pevçûnan de bazirganiya parçeyên şûnewarî û entîkeyan ji aliyê hin kesan ve bi şêweyekî qaçax çalak dibe. Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku nêzî 1600 gir û deverên dîrokî hene, tevlî ku rewşa deverê ji heyama 7 salan ve ne cîgir e, lê ta niha 90% ji wan deveran hatine parastin.

Gelek bazirganên entîke û parçeyên şûnewaran rewşên ceng û şeran wekî delîveyeke guncaw dibînin ku qaçaxiya hin parçeyên dîrokî û entîkeyên nirx buha bikin. Li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî ku ji heyama 7 salan ve rewşa deverê ne cîgir e,carcaran hin kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi tewana bazirganiya şûnewaran têne girtin. Ji ber ku ti mozexaneyên taybet bi parastina van parçeyan li Rojavayê Kurdistanê tune ne, Desteya Torîzim û Parastina Şûnewaran bi hervrêziyekê bi hêzên ewlekariyê re bi vî erkî radibin.

Hevseroka Desteya Torîzim û Parastina Şûnewaran li Herêma Cizîrê Bêrîvan Yûnis li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Me bi Meclîsa Qanûsaz re qanûnek derxist, kesên vî karî bikin divê di riya qanûn û dadgehê re bêne cezakirin. Di heman demê de bi hevrêziyek bi Asayişa Giştî re tê kirin, bi taybet bi riya nivîsgeha Tawana Rêxistinkirî re ku kesên bazirganiya perçeyên şûwarî dikin, bên girtin. bi vî rengî ji roja yekemîn ve kesê bi vê tawanê tê girtin, em têne agahdarkirin û ew perç bo me vedigerin.”

Silêman Ilyas pisporê şûnewaran ku bi şêweyekî fermî serkêşiya rêveberiya şûnewaran li parêzgeha Hesekê dike, dibêje ku rêjeya ziyanên ku gihiştine deverên dîrokî û girên şûnewarî li herêmê li beramberî deverên din li ser asta tevaya parêzgehên Sûriyê kêmtir e ji sedî 10 û rêxistina UNISCO bixwe jî alîkariya wan di vî warî de dike.

Pisporê Şûnwaran Dr.Silêman Ilyas ji K24ê re got: “Ev dîrok û şûnewarên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ev şaristaniya mirovatiyê ne, ne ya me tenê ne. Em wek kesên çavdêr in û divê haje wan hebin, ji ber ku dîrok ya mirovatiyê tevde ye. Birastî gelek guhdan ji aliyê UNISCO ve û alîkariya me dike, bo em wan şûwaran biparêzin.”

Li gorî zanyariyên Desteya Torîzim û Şûnewaran, nêzî 1200 ta 1600 gir û deverên şûnewarî li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê hene ku ji wan derdora 1048 cih bi şêweyekî fermî hatine tomar kirin.

Di vî warî de Dr.Silêman Ilyas jî tekez dike ku ji ber mozexaneyeke taybet li parêzgeha Hesekê tune ye, di salên 2014-2015an de nêzî 11 hezar parçeyên şûnewarî yên herêmê ku li mozexaneya Dêra Zorê bûn, ji bo mozexaneya niştimanî li Şamê paytexta Sûriyê hatine veguhestin.