Li Stenbolê cilê Pêxember Mihemed tê nîşandan

Hejmareke zêde kesên bawermend ku ji navçe û bajarên cuda hatibûn li pey hev rêz bûn da ku cilê Hz Mihemmed bibînin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Xirka Şerîf anku cilê Hz. Mihemed ku ji sala 1611an vir de li Stenbola Tirkiyê tê parastin bi hatina meha Remezanê li mizgeftekê bo xelkê tê nîşandan. Di yekem roja serdanê de bi hezaran kes berê xwe dan wê mizgeftê da ku cilê Pêxember bibînin.

Cilê Hz. Mihemed ku ev 408 sal in li Stenbolê tê parastin her sal bi hatina meha Remezanê di yekem roja Îniyê de li mizgefta Xirka Şerîf di vê camekana taybet de tê bo xelkê tê nîşandan.

Hejmareke zêde kesên bawermend ku ji navçe û bajarên cuda hatibûn li pey hev rêz bûn da ku cilê Hz Mihemmed bibînin.

Nîşandana xirka şerîf ku tenê meha remezanê tê nîşandan heta dawiya remezanê her kesek dikare bibîne.

Li gor rîwayetê, Weysel Qaranî ku pir dixwest gava sax bû Hz. Mihemmed bibîne lê negihiştiye miraza xwe li ser vê Hz. Mihemed ku gava mîracê ev cil li xwe kiribû daxwaz ji Hz. Alî û Hz. Omer dike ku cilê wî radestî Weysel qaranî bikin. Piştre malbata Qaranî di sala 1611an de cil tînin Stenbolê.