Xwarina astronotan “Kînoa” li Diyarbekirê tê hilberîn

Li Diyarbekirê di bin banê Teknobajêr a Zaningeha Dîcleyê de nebateke bi navê Kînoa ku di cîhanê de wekî xwarina astronotan tê nasîn, tê hilberîn û tê pêşbînîkirin ku di salên pêşiya me de di bazara çandiniyê de ciheke girîng bigire.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di bin banê Teknobajêr a Zaningeha Dîcleyê de nebateke bi navê Kînoa ku di cîhanê de wekî xwarina astronotan tê nasîn, tê hilberîn û tê pêşbînîkirin ku di salên pêşiya me de di bazara çandiniyê de ciheke girîng bigire.

Teknobajêr a Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê, dest bi hilberîna nebatekê kiriye ku dema astronot derdikevin fezayê, vê nebatê ji bo xwarinê bi xwe re dibin. Navê vê nebatê Kînoa ye û tenê li Başûrê Emrîkayê, li welatên wekî Bolîvya û Perû şîn dibe. Pisporên vî karî amaje dikin ku dibe di rojên pêşiya me de ev nebat li Bakûrê Kurdistanê, şûna genim jî bigire ji ber ku bi kedeke biçûk, qezenceke mezin ji vê nebatê tê bidestxistin. Koordînatorê çandina Kînoa Mehmet Ayata dibêje ku ev nebat dê li Bakûrê Kurdistanê gelek were ecibandin.

Koordînatorê Çandina Kînoa Mehmet Ayata ji K24ê re got: “Ez karê genim û ceh dikim. Kînoa li Emerîkayê tê hilberîn, ji bo ku cotkarên me jî jê sûdê werbigirin, me kînoa hanî Diyarbekirê. Em niha bi du cihan diceribînin. Fêdeyên wê gelek zêde ne. ”

Kîloya tovên vê nebatê 120 lîreyê Tirkiyeyê ye û wekî fêkî jî kîlo 8 lîre ye. Pispor amaje dikin ku Kînoa hem pêşî li kîlo girtinê digire û hem jî ji bo nexweşiya diyabetê jî baş e. Nebata Kînoayê dibe ku di salên pêşiya me de di bazara çandiniyê de jî ciheke girîng bigire. Gerînendeyê Teknobajêr ê Zanîngeha Dîcleyê Profesor Kemal Akkiliç amaje dike ku ew gelek keyfxweş in ku ev nebata di cîhanê de bi nav û deng e, li Diyarbekirê jî tê hilberîn.

Gerînendeyê Teknobajêr ê Zaningeha Dîcle Profesor Kemal Akkiliç ji K24ê re wiha axivî: “Me projeyeke bi navê “fikreke min heye” dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê projeyê de pêşniyareke wiha ji me re hat me jî nirxand û hêjayî ceribandinê dît. Ev nebat piştî çandinê di nav 120 rojan de tê rakirin. Niha jî me li zeviyên zanîngehê çandiye û em amadekariyan dikin ku çandina kînoayê berfirehtir bikin.” 

Nebata Kînoa piştî ku ji aliyê astronotan ve wekî xwarin hat bikaranîn, rastî gelek lêkolînan hat û li ser vê yekê ji ber girîngiya vê nebatê Neteweyên Yekbûyî sala 2013’yan wekî sala Kînoa ya Cîhanî ragihandibû.