Li Tirkiyê sê zarokên Sûrî kesekî ji mirinê rizgar dikin

Yek ji wan zarokan bi navê Ibrahîm aşekere kir ku, dema wan ew mirov di nav avî de dîtin, guman kirin ku, canê xwe ji dest daye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li navçeya Pişîktaşê sê zarokê Sûrî dema dîtin ku, zilamek li nav ava deryayê de bê liv maye û bi av dibe ew ji xenqandinê rizgarkirin.

Derbarê wê bûyerê rojnameya Huryet a Tirkiyê di nûçeyekî xwe de wiha gotibû: "Dema sê zarokê Sûrî dîtin ku, kesek di nav avê de êdî nikare melevaniyê bike û bin av dibe, yek ji wan bi navê Mehmûd xwe avête nav avê û ew mirov bi alîkariya her du hevalên xwe rizgar kirin."

Rojnameyê da zanîn ku, wan zarokan piştî ew ji avê derxistin, pêwendî bi polîsan re kirin û ew mirov veguheztin nexwaşxaneya bajêr.

Yek ji wan zarokan bi navê Ibrahîm aşekere kir ku, dema wan ew mirov di nav avî de dîtin, guman kirin ku, canê xwe ji dest daye.