Perestere Cemîla “Fireşteya Dilovaniyê” ye

Perestereke Kurd bi navê Cemîla li bajarê Qamişlo bala tîma K24 li Rojavayê Kurdistanê kişand, ew jî di dema ku şer û pevçûnên Qamişlo de, herweha di teqînên Qamişlo de birîndar derman dikirin û herdem li pêş bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ff438648-59c1-405c-bc3b-95761f2186bd/perester-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Perestereke Kurd bi navê Cemîla li bajarê Qamişlo bala tîma K24 li Rojavayê Kurdistanê kişand, ew jî di dema ku şer û pevçûnên Qamişlo de, herweha di teqînên Qamişlo de birîndar derman dikirin û herdem li pêş bû.

Perestera Kurd Cemîla Hemê di cengan de şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê ligel hev derman dikirin. Di roja cîhanî ya peresteran de, tîma K24 ev raport li ser Cemîla amade kir. Cemîla jî ji K24ê re cêroka xwe dibêje.

Di roja cîhanî ya peresteran, perestera Kurd Cemîla Hemê, çêroka tevlîbûna xwe di nava “Heyva Sor a Kurd” de û karê wê di ceng û şeran de ku bi sedan birîndar derman kirine.

Piştî şer û pevçûnên ku li Qamişlo rû dan, bi dehan birîndar li paş xwe hiştin, Cemîla û tîma Heyva Sor karê wan bi dermankirina van birîndaran nehatiye rawestandin û bi şêweyekî rojane serdana wan dikin.

Di şerê qamişlo de, taxa zeytûniyê hate bumbebarankirin û di encamê de 9 kes şehîd bûbûn û 55 kesên din jî birîndar bûbûn, heta niha piroseya dermankirina wan ji aliyê Heyva Sor ve berdewam e.

Cemîla bi dilxweşî mal bi mal li ser birîndaran digere û rewşa wan a tendirustî dişopîne, alîkariya birîndaran jî dike yên ku pêwistiya wan bi neşterciyê heye, herweha amadekariya birîndaran ku pêwistiya wan ji derveyî Rojava heye jî dike.

Reftara Peresteran ango “Firîşteyên Dilovaniyê” bi nexweş û birînadaran re, dibe sedemeke giring ku derûniya wan ber bi xweşiyê ve here, loma li asta cîhanê rojek ji wan re bi navê “Roja Peresteran” hate destnîşan kirin.