Çand û hunera Diyarbekirê li Enqerê hat pêşandin

Diyarbekira Bakurê Kurdistanê bi çand, huner û xwarinên xwemalî bar kir paytexta Tirkiyeyê Enqerê.

 

K24 – Enqere

Diyarbekira bakurê Kurdistanê bi çand, huner û xwarinên xwemalî barkirê paytexta Tirkiyeyê Enqerê. Di çarçoveya rojên danasîna bajarê Diyarbekirê de dengbêjan klamên Kurdî bilêvkirin, govend hatin gerandin û tiştên xweserî Diyarbekirê bo Enqereyiyan hatin pêşandan.

Govendên gelêrî, koma dengbêjan û klamên Kurdî. Ev dîmen ne ji bajarekî bakurê Kurdistanê ne, dîmen ji Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji rojên danasîna bajarê Diyarbekirê ne. Di van rojên danasîna bajarê Diyarbekirê de çand û hunera Kurdî ji bo welatiyên Enqerê tên pêşandan. Dengbêj jî bi deng û awazên xwe stran û klamên Kurdî bilêv dikin.

Dengbêj Mehmet Saît Yoldaş ji K24ê re got: "Ji bo danasîna Diyarbekirê em hatine vir. Em dixwazin zebeşê Diyarbekirê hejîr û tiriyê Diyarbekirê her tiştên wê bidin naskirin, çand û hunera me ye. Ez bi zimanê dayîkê dibêjim, hem bi Kurdî hem bi zazakî. Herwiha bi Tirkî jî kilaman dibêjim, dengbêj û hozan im."

Ligel klamên Kurdî û govendan di pêşangehê de berhemên ku li Diyarbekirê digihijîn jî tên pêşandan. Ev jî zebeşên navdar yên Amedê ne ku giraniya wan digihîje 46 kîloyan bo welatiyan tên pêşandan.

Endezyarê Çandiniyê Zekî Kaplan dibêje: “Erdên Diyarbekir zedê bitr e. Ji bo wisa li qeraxan Dîcleyê û derdorên wê xelkên ku li wir in van zebeşan datînin bi zibilê kevokan zebeşan mezin dikin. Ji bo vê yeke jî zebeşên wan pir mezin in tehma wê zê xweş e.”

Di nav standa navçeya Sûra Diyarbekirê de jî li qerexakê hosteyek dîzikan çêdike û hunera xwe pêşkêşî hezkirên Diyarbekirê dike.

Hosteyê Dîzikan Mehmet Gurbuz got: “Di karê me de ji nîvî zêdetir neqşên me li qeza Sûrê ne. Wekî mînareya çarling, mizgefta mezin û Hz. Suleyman, em neqşên van çêdikin û dikin magnet.”

Bi maket û minyaturên ku li qadê hatine bi cîh kirin welatiyan jî firsend dîtin ku cih û warên dîrokî yên Diyarbekirê jî nas bikin .

Welatî Sevîl Buzcu: "Pir xweş e, jixwe em demekê li Diyarbekirê jî man û hevjînê min jî ji Diyarbekirê ye. Ev çand ne dûrî me ye, ji ber ku em ji zû ve neçûne me beriya wir kiriye."

Welatî Vakkas Turkîler: "Gelekî balkeş e. Xwarin û tiştên ku tên pêşandan gelekî cîhereng in. Ez jî Kurd im û li Emerîkayê dijîm. Di serdana min a Enqerê de hebûna tiştekî wisa gelekî xweş e."

Welatiyên ku serdana rojên danasîna Diyarbekirê dikin beriya têketina pêşangehê, serdana konên xwarinên xwemalî yên Diyarbekirê jî dikin û li tehma wan xwarinan dinêrin. Danasîn di 6ê Îlonê de dest pê kir û dê heta 9ê Îlonê berdewam bike