Reşîda Osê çêrokeke din a trajediya penabertiyê

Keçeke Kurd a Rojavayê Kurdistanê ku penaberî Herêma Kurdistanê bûbû, piştî serdanekê ji Rojavayê Kurdistanê re û di vegera bi riyeke qaçax ji bo Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve hat gulebarankirin, Reşîda Osê jî jiyana xwe ji dest da.

 

K24 – Tirpesipiyê

Keçeke Kurd a Rojavayê Kurdistanê ku penaberî Herêma Kurdistanê bûbû, piştî serdanekê ji Rojavayê Kurdistanê re û di vegera bi riyeke qaçax ji bo Başûrê Kurdistanê de ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve hat gulebarankirin, Reşîda Osê jî jiyana xwe ji dest da.

Reşîda Osê keça 17 salî ji gundê Xizna Mezin ya girêdayî bajarokê Tirbespiyê ku li başûrê Kurdistanê penaber bibû, bi mebesta ku nasnameya xwe ya Sûrî werbigre, di deriyê Sêmalka re ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li vegerê û ji ber hin pirsgirêkên girêdayî li ser sînor, Reşîda ji neçarî ligel hin jinên din di riyên qaçax re sînor derbas kir, lê qedera reş rê neda ku bighêje hevjînê xwe û di encama gulebarana ji alî hin çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve Reşîda jiyana xwe ji dest da.

Diya Reşîda, Raniya Xelîl ji K24ê re wiha axivî: “Mehek û 15 rojên wê qediyan, ji min re got ezê vegerim Başûrê Kurdistanê, lê min jê re got, ez nahêlim tu qaçax derbas bibî. Lê wê got vaye hevjînê min dibêje vegere û ezê li ser sînor pêşwaziya te bikim. Ji ber ku forma keça min jê hatibû standin nikarîbû di deriyê sînor re derbas bibe û ji neçarî di riya qaçax ve derbas bû û hate kuştin.” 

Tevlî ku malbata Reşîda konê şînê vegirtine, lê cenazeya keça wan ta niha radwestî wan nebûye. Li gorî malbata Reşîda, cenazeya wê li aliyê hikûmeta Iraqê ye û ew hewldanan dikin ku di riya hikûmeta Herêma Kurdistanê re cenazeya keça xwe werbigirin.
Xalê Reşîda Ebdela Osê dibêje: “Di devera Şalan ya ku dibin kontrola Heşda Şeibî de ye, sînor derbas kir. Gule di ser wan re avêtine û em nizanin gelo guleyek lêketiye yan jî ji tirsan re dilê wê sekiniye û ta niha cenazeya wê li cem wan e.” 

Reşîda ji heyama zêdeyî salekê ve zewicî bû û li Herêma Kurdistanê dima, lê di dema dawî de mîna bi hezaran ji xelkên Rojavayê Kurdistanê xwest penaberî Ewropayê bibe û ji ber wê jî derbasî Rojava bû, da ku hin belgeyên pêwîst werbigre.