Li gola Wanê baştirîn masîgirî di sermayê de tê kirin

Gola Wanê ku ji ber mezinahiya xwe wek Behra Wanê jî tê binav kirin, take behra Kurdistanê ye ku hem bi avên rûbar û çeman hem jî bi ava bi soda û şor ya ji bin erdê derdikeve xwedî dibe. Li Behra Wanê, ji ber ava wê ya bi soda, tene yek cure masî dijî ku jêra dibêjin "Îcî kefali" yan jî "Masiyê Behra Wanê"

K24 – Wan

Îskele ango lengerdeheka masîgirên Behra Wanê ye. Di tariya beriya rojê de, amadekarî tên kirin ku bi ronahiya rojê re masîgirî destpê bike. Li nav tekne ango şikefê xurînî tê amadekirin û xwarin. Pişre tilimên ku av û serma derbas nakin tên lixwekirin û  bi destpekirina ronahiyêre, masîgir ji legerdehê dikevin û ewil hêdî hêdî dûvre jî bi bez ber bi nava behrêve ji bo masîgirî şikefên xwe diajon.

Dema mirov li ser şikefê berbi nav behre ve dikişe; ji xwezaya hewildoriya behra Wanê di zerayiya sibehî de, dîmenên balkêş peyda dibin û kameraya me jî nimûneyan ji wan tomar dike. 

Piştî demekî ku em li nav behrê pêşde diçin, Kenan Avci jî derdikeve û li derdorê dinere ku em jî dizanin êdî em nêzîkî torên masiyan bune.  

Demek kin derbas dibe ku nîşaneyên torên ku rojek berê hatine avêtin xuya dibin û êdî derxistina torê û ji torê jî berhevkirina masiya destpê dike.