Taybetmendiyên Minareya Çarling

Serokê Baroya Diyarbekirê yê Berê Tahîr Elçî, di dema ku li navçeya Sûrê daxuyaniyeke çapemeniyê dida, hat kuştin. Mijara daxuyaniya Elçî, daxwaza parastina Minareya Çarlingê bû. Gelo çi taybetmendiyen Minareya Çarling hene?
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Serokê Baroya Diyarbekirê yê Berê Tahîr Elçî, di dema ku li navçeya Sûrê daxuyaniyeke çapemeniyê dida, hat kuştin. Mijara daxuyaniya Elçî, daxwaza parastina Minareya Çarlingê bû. Gelo çi taybetmendiyen Minareya Çarling hene?

Ji aliyê zêdebûna berhemên dîrokî ve navçeya Sûra Diyarbekirê, wekî kevnenîşeke vekirî jî tê naskirin. Yek ji wan berheman û sembola bajêr, Minareya Çarlingê ya ku li navçeya Sûra Diyarbekirê, li taxa Savaşê ye. Ev minare ji 28'ê Mijdara 2015'an ve êdî bi kuştina Tahîr Elçî jî tê bibîranîn.

Dîroka wê heta 500 sal berê diçe. Li ser Kîtabeya wê hatiye nivîsandin ku, Mînareya Çarling, ji aliyê Qasim Begê Akkuyunluyan ve di sala 1500'î de hatiye çêkirin. Li ser lateke yekparçe çarqozî hatiye avakirin. Bi kevirê reş û spî yê bazalt ê Diyarbekirê hatiye lêkirin. Minareya Çarling di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO'yê de ye. Li Tirkiye û Bakur, mînakeke din wekî wê tune ye. Li ser Minareyê, şaneşîn jî heye.

Li gorî hin çêrokan, 4 lingên minareyê, nîşana 4 mezhebên Îslamê ye. Lê di Salnameyên Diyarbekirê de tê diyarkirin ev minare, beriya Îslamê hatiye avakirin û wekî birca zengila dêrê jî dihat bikaranîn. Ji ber wê yekê tê gotin ku çar lingên wê, her çar deriyên Bircên Diyarbekirê ango Deriyê Mêrdînê, Deriyê Rihayê, Deriyê Qesrê û Deriyê Çiyê sembol dike. Navê mizgefta li cem wê Mizgefta Şêx Mutahhar e û piştî minareyê hatiye çêkirin.

Di sala 2015'an de di şerê navbera Rêxistina Çekdarî ya Ciwanên ser bi PKK'ê û Hêzên Dewleta Tirkiyê de gule li lingên wê ketin. Ji 2'yê Kanûna 2015'an ve, ji ber qedexeya derketina kuçe û kolanan derdora wê hîn jî qedexe ye.