Li Muzexaneya Diyarbekirê wêneyên aşpêjekî hat pêşandan

Muzexaneya Diyarbekirê, berhemên aşpêjê wênexêz dide pêşandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Muzexaneya Diyarbekirê, berhemên aşpêjê wênexêz dide pêşandan. Abdulazîz Başçi, aşpêjê 40 salan e lê hunera xwe ya wênexêziyê tu car paşve nedaye. Lê ji ber bêderfetiya aboriyê, aşpêj wêneyên xwe bi rêya dîjîtalê xêz dike û her ku diçe, xêzên wî zêdetir balê dikişînin. Rayedarên muzexaneyê dibêjin; ji bo ku ev huner bi pêş bikeve û di nav bajêr de were naskirin, me dergehê muzexaneya xwe jê re vekiriye.

Hunera Abdulazîz Başçi ya xêzkirina wêneyên dîjîtal, her ku diçe li Diyarbekirê zêdetir tê naskirin. Abdulazîz Başçi, 40 sal in ku aşpêjî kiriye lê hunera ku ji zarokatiya wî ve jê dûr neketiye; xêzkirina wêneyan bûye. Hunera aşpêjê wênexêz, bala rayedarên Muzexaneya Diyarbekirê jî kişandiye û ji bo wî derfeta pêşageheke 6 rojan hatiye dayîn. Abdulazîz Başçi dibêje; derfeta vê pêşangehê, ji bo gihîştina xeyalên min gaveke girîng e.

Wênexêz Abdulazîz Başçi ji K24ê re got: "Vê yekê bi rastî jî ez kêfxweş kirim. Min di nav pêvajoya 4 salan de nêzîkî 800 wêne xêz kirin. Ez ê ji niha û pê ve jî hewil bidim berhemên hîn xweştir xêz bikim. Di nav van berhemên min de jî 150 berhemên min ên herî bi wate hene û pêşandana wan a li Muzexaneya Diyarbekirê, ji bo min gelek girîng e."

Aşpêjê wênexêz, ji ber bêderfetiya aborî êdî nikaribûye bi boyax û kaxezan hunera xwe bidomîne, ji ber vê jî 4 sal in ku bi rêya dîjîtalê wêneyan xêz dike. 800 berhemên Başçi hene û her berhema wî jî xwedî çîrok û serpêhatiyekê ye. Gerînendehê Muzexaneya Diyarbekirê Vehbî Yûrt dibêje; hunereke girîng e, divê bi pêş bikeve.

Gerînendehê Muzexaneya Diyarbekirê Vehbî Yûrt dibêje: "Bi rastî jî hunermend e. Dema me wêneyên wî dîtin, gelek kêfa me hat. Me jî got ji bo fêdeyeke me ji bo wî çêbibe, ji bo ku li bajêr û gelemperiya Tirkiyeyê were naskirin, me cih da wî. Abdulazîz Başçi hat, bi fermî serî li me da, me jî qebûl kir. Ew ê 6 rojan li muxezaneya me mêvan be. "

Daxwaza hunermen ew e ku derfeta vekirina atolyeyekê bi dest bixe û bikaribe li ser tualê wêneyên xwe xêz bike. Li gorî Başçi dibêje; bi vekirina vê pêşangehê, derfeta danasîna hunera wî hatiye dayîn. Ev wêne, hemû li ser telefonê, bi derbên tiliyan hatine sazkirin û dê di navbera 26 û 30'ê Nîsanê de ji bo serdana welatiyan vekirî be.