Bilindbûna asta çemê Ferat ziyanê digihîne Kobaniyan

Bi sedema bilindbûna asta ava çemê Ferat, welatiyên rojavayê Kobanê gelek zîyan dibînin û neçar dimînin ku dev ji mal û karûbarên xwe birdin. 11 gundên li ber çemê Ferêt ziyan ji bilindûna avê dîtine, ku nêzî 150 şimbilî ji zeviyên gundan, di bin avî de mane, her wiha gelek ajal hatin fetisandin, û hejmarek malên li ber çem binav bûne.

K24 – Kobanê

Hatina berf û baranê sedema sereke ye ji bilindbûna asta avê re, ku avdana zeviyan jî li Bakurê kurdistanê pê re bi dawî dibe, di encamê de herikîna çemê Ferêt bihêztir dibe û herwiha ziyan dighêje deverên qiraxê, ta niha ti çare ji vê avrabûnê re nehatiye dîtin. Berpirsên Rêveberiya Xweser hikûmeta Tirkiyê bi vê yekê gunehbar dikin ku, dema pêdiviya wan bi avê tine be, çavikên bendavan xurt vedikin, ev yek jî dibe sedema ku gelek xanî, zevî û ajal di bin avê de dimînin.