Zeyta zeytûnan vexwe û bêtir bijî

Pizîşkên pispor didin xuyakirin, ku pêwîst e ew zeyta tê bikaranîn ji corê herî baş be û divê rojane kevçiyekî xwarinê, li xurînî bê vexwarin heya ku mifayê li laşê mirov bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Vexwarina kevçiyekî xwarinê ji zeyta zeytûnan bi awayekî rojane, alîkariyê mirov dike ku ji çendîn nexweşiyên kujinde dûrbikeve û temenekî bêtir bijî.

Herdu pizîşkên pispor di warê xwarinê de, Sarah Brawer û Juliet Kalo, pertûkek bi navnîşana (Baştir bixwe û bêtir bijî) amade kirine û têde balê dikişînin ser mifayên zeyta zeytûnan û çendîn nihêniyên wê zeytê eşkere dikin.

Dr. Sarah Brawer derçûya zanîngeha Cambridge ya Birîtanî ye û xwediya 60 pertûkên pizîşkî ye, derbarê mifayên zeyta zeytûnan ji rojnameya Daily Mail re got: "Zeyta zeytûnan metirsiya celteya dil û sewdan kêm dike, ji ber ku rêjeya kolîstrola xirab di laş de kêm dike û rêjeya kolîstrola baş zêde dike, herwiha rê li ber çêbûna şaneyên şêrpenceyê digire, yan jî bikêmanî çêbûna wan şaneyan dereng dixe".

Sarah got jî: "Zeyta zeytûnan ziyanên kolîstrolê û nexweşiyên girêdayî mezinbûna temen kêm dike û fişara xwînê jî rêk dixe".

Pizîşkên pispor didin xuyakirin, ku pêwîst e ew zeyta tê bikaranîn ji corê herî baş be û divê rojane kevçiyekî xwarinê, li xurînî bê vexwarin heya ku mifayê li laşê mirov bike.

N.O