Dahênana pizîşkekî Kurd li Ewropa deng veda

Pizîşkekî Kurd ku niştcihê Swêdê ye, dahênaneke mezin di warê dirustkirina “Dilê Destkir” kiriye, bo yekemîn car e dilekî destkir berhem da, ku bû cihê guhdana hikûmet û xelkê Swêdî. Ku di heman demê de ew xwediyê hizra dirustkirina amîreya Nazor “Tenzîr” e, ku niha li piraniya welatên Ewropa bikar tê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pizîşkekî Kurd ku niştcihê Swêdê ye, dahênaneke mezin di warê dirustkirina “Dilê Destkir” kiriye, bo yekemîn car e dilekî destkir berhem da, ku bû cihê guhdana hikûmet û xelkê Swêdî. Ku di heman demê de ew xwediyê hizra dirustkirina amîreya Nazor “Tenzîr” e, ku niha li piraniya welatên Ewropa bikar tê.

Dr. Azad Necar 13 dilên destkir çê kiriye

Pizîşkê Kurd Dr. Azad Necar ku xwediyê projeya “Dilê destkir” e û Swêd û mirovahî çaverêya wê projeyê dikin, ku pêşketinên mezin di warê pizîşkî û çareserkirina nexweşiya dil dikin, ku şoreşek ji dilê nexweş re kiriye.

Di çend rojên borî de Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven bo biserkirina projeya “Dilê destkir” çû navenda “Rockford” ku Dr. Azad Necar û hevkarên wî tê de kar dikin, wêne bi hejmarek pizîşk û şarezayan girt. Serokwezîrê Swêdê wêne li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir û nivîsî “Ligel Dr Azad û dahênanên navenda Rockfordê bûm, ku mijûlî pêşvekirina projeya dilê destkir in.”

Dr Azad ligel Serokwezîrê Swêdê û hevkarên xwe

Wî pizîşkê Kurd derbarê proje û karê xwe de ji K24ê re got: “Min niha 13 dilên destkir çêkirine û ew proje jî bi berdewamî di pêşvexistinê de ye, bo wê armancê ji Serokwezîrê Swêdê û hejmarek ji wezîran serdana me kirin.”

 

Serokwezîrê Sewêdê temaşeyî ninûneyeke dilê destkir dike 

Dr Azad derbarê malbata xwe de got: “Ez ji malbateke Kurdperwer ya mezin bûm û bavê min kesekî siyasî bû û di di nava Partiya Hêwa de bû û piştre bû endamê Partiya Demokrata Kurdistanê, ku her dixwast hest bi ziman û kelepûra xwe ya netewî bikim.”

Derbarê sîstema tenduristî ya Kurdistanê de, Dr. Azad amaje kir û got: “Sîstema tenduristî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kevin e, ji ber heger daxwza min bê kirin, amade me ligel hevkarên xwe bême xizmeta gelê Kurdistanê bikim. Di riya medya û K24ê re jî agahdarî nûçeyên Kurdistanê dibim.”

Wêneyeke Dr. Azad Necar ji Facebooka wî, ku wêneya xwe û ala Kurdistanê têkel kiriye