Bernameyên zewacê li Tirkiye hatin qedexekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçoweya biryarnameyên Rewşa Awarte li Tirkiye de, bi biryarnameyekê di hukmê Qanûnên 689 û 690an de, ku di rojnameya fermî “Resmi Gazete” de hatî weşandin, bernameyên zewacê hatin qedexekirin.
Li Tirkiyê, di gelek telewizyonan de bernameyên zewacê dihatin weşandin. Ev bername ji gelek aliyan ve dihatin rexnekirin, ku ne li gor nirxên civatî ne. Herweha rêxistinên civatî jî rexne li van bernameyan digirtin û dixwestin ev bername bên qedexekirin, ji ber ku dibin bîngeha pêwendiyên qels û lawaz û hestek xelet didin civatê.