Li Wanê hiştirên Gulaşê tên xwedîkirin

Li Wanê, Deve ango hiştirên Gulaşê tên xwedîkirin.Turan Demir 15 sale ku vî kare dike ku bavê wî yekem car li Wana Serhedê dest bi xwedîkrina hiştiran kiriye. Demir radigihîne ku tu piştgiriyekî bo wî nayê dayîn, lê ew bi derfetên xwe, vî karî didin domandin. Malbata Demir, heta niha bi dehan hiştirên k udi gulaşan de, bune şanpiyon ango bune yekem gihandine.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê, Deve ango hiştirên Gulaşê tên xwedîkirin.Turan Demir 15 sale ku vî kare dike ku bavê wî yekem car li Wana Serhedê dest bi xwedîkrina hiştiran kiriye. Demir radigihîne ku tu piştgiriyekî bo wî nayê dayîn, lê ew bi derfetên xwe, vî karî didin domandin. Malbata Demir, heta niha bi dehan hiştirên k udi gulaşan de, bune şanpiyon ango bune yekem gihandine.

Ev Hiştir, li gundekî serbi Wanê ve ne. Dema ji axurê serê wan tê berdan, lotikan li xwe dixin û şahiya derketina derve dikin. Ev hoştiran, li ciyekî wek Wanê, ji bo pêşbirkên gulaşê ku bi taybet li bajarên rojavayê Turkiyeyê tên kirin, tên xwedîkirin û perwerdekirin. Xwediyê hiştiran dibêje, hoştirekî bi temamî di 7 saliya xwe de amade dibe ji bogulaşê û divê bi baldarî bê xwedî kirin.

Turan Demir, çîroka li bajarê Wanê xwedî kirina deve ango hiştiran ji bo Kurdistan24 rave dike û radigihîne ku bavê wî di serdema ku leşgerî kiriye de, yekem car hiştir û gulaşa wan dîtiye. Piştre jî di destpêkê de çend deşik ango biçûkên hiştiran tîne û li vî gundê xwe xwedî dike. Turan vî karî, ji bavê xwe miras digre û 15 sal e ku didomîne.

Turan Demir ji K24ê re got: “Bavê min, xwest ku vê şolê li vir bike. Em çûn bajarên wek Îzmîr, Aydin û Çanakaleyê, me hoştirên yek salî kirin û bi wî awayî em bûne xwediyên hoştiran. Niha hemû welatiyên me pê kêfxweşin, em jî berdewamin di xwedîkirinê de.”

Ev xortê hanê jî kurikê Turan e û ew jî ji nihave fêrî hûrgiliyên xwedîkirina hiştiran dibe li gel bavê xwe. Di berdayîna wî de diyar dibe ku ewê vî karî bi serkeftî bidomîne.

Turan Demir, li Wanê di xwedîkirina hiştiran de kesekî pispore û hurgiliyên xwedîkirina hoştirên gulaşê jî ji bo me rave dike. Turan Demir balê dikşîne ku di gulaşa hiştiran de, wek tîm yek çep û ya din rast êrişan bikin dê encamên serkeftî bidestbixin û yeka ku bikare pêşengiya tevlihev kirina qadê bike jî encamên hêj baştir peyda dike.

Turan Demir dibêje: “Dema ku yek çepgir ya din rastgir be, bi derbasbuyîna demêre hem dikarin xwe bipêşbixin û bibin namzetên şampiyonî ku şansê wan zêde dibe. Ji aliye din de yeka din jî ku zîrekve û meydanê berîhev bide wê deme giranbihayiya wan gelek zêdetir dibe.”

Turan Demir ku niha 9 hoştirên wî hene, tîne ziman ku, mesrefê her hiştirekî salane 6-7 hezar pereyê Turkî ye û ji bo wî tu piştgiriyekî jî nayê dayîn. Balê jî dikşîne ku piştî qedexeyên zozanan jî destpêkiriye mesrefên wî girantir buye. Lê ewê berdewambe di xwedîkirina hoştirên şampiyonde.