Li bakur kaniya Hecî Piyar ji nû ve tê restorekirin

Ew kaniya kevnar ku li taxa Hesen Çelebî dimîne tê texmîn kirin ku di salên 1800ê de di dema şaristaniya Osmaniyan de hatiye sazkirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajaroka Sîweregê ku li bakurê Kurditanê ye avahiya kevnar ya bi navê kaniya Hecî piyar ji nû ve tê restorekirin. Ew kaniya kevnar ku li taxa Hesen Çelebî dimîne tê texmîn kirin ku di salên 1800ê de di dema şaristaniya Osmaniyan de hatiye sazkirin.

Kaniya Hecî piyar yek ji wan avahiyên kevnar yên erdingariya Kurdistanê ye. Li Sîwerega Rihayê ew kaniya kevnar ku, di salên 1800an de di dema Osmaniyan de hatiye çêkirin, niha ji bo sitarkirina wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Rihayê ve ji nû ve tê restorekirin.

 Wekî din şadrûwana kaniya Hecî piyar jî di salên 1933an de ji aliyê hostayekî Ermen ve hatiye sazkirin. Kaniya Hecî piyar li ser çar piyan bi kevirê reş yên Qereçdaxê ve hatiye çêkirin. Çîroka çêkrina kaniya Hecî piyar jî gelek balkêş e û nivîskarê Lêkolînker Remezan Ozgûltekîn agahiyên derbarê vê mijarê de ji mîkrefonên Kurdistan 24ê re wiha radigihîne.

NivîskarêLêkolînker RemezanOzgûltekîn wiha got:

"Li Sîweregê jinek ku xwestiye bi hevserê xwe re here hecê, amadekariya rêwîtiyê dike, lê hevserê wê diçe ser dilovaniya xwe. Li ser wê ew jin jî nikare bi tena serê xwe here hecê û li cihê wê li Sîweregê kaniyekê saz dike. Niha çîroka vê kaniyê jî li seranserê Sîwerekê wihatê zanîn."

Hostayê restorasyonê yê bi navê Omer Erbîl jî derbarê Kaniya Hecî piyar û amûrên ku, di çêkirina kaniyê de hatine bikaranîn axivî.

Hostayê Restorasyonê Omer Erbîl wiha axivî:

"Em bi kevirên reş karê restorekirinê dikin. Em bi giştî di avahiyên kevnar de dixebitin. Ev karê ku, em dikin karê hostayê berê ne. Ji ber wê her kes nikare restorekirênê pêkbîne."

Welatiyê bi navê Ebdirehman Gol çû jî ji ber xebatên wiha ku, avahiyên kevnar û şaristanî sitar dikin û diparêzên bextewariya xwe anî ziman.

Welatî Ebdirehman Golçû wiha got:

"Niha kaniya Hecî piyar tê restorekirin. Ev xebateke baş e. Em ji ber xebatên wiha bextewarin."

Riha û navçeyên wê wekî hemû erdîngariya Kurdistanê di warê kevnarî û mazûvaniya şaristaniyê de gelek dewlemende. Ji bo ku, ev berhemên dîrokî bên starkirin divê xebatên restorekirinê bi rêk û pêk bên kirin. Welatiyên Sîweregê jî ji ber xebatên wiha bextewarin û hêvî dikin ku, xebatên wiha zêde bên kirin.