Kenîseya Meryam El-Ezra kevintirîn kenîseyên Dêrikê

Kenîseya Meryem Elzra li gundê Berabêt ya girêdayî bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê, yek ji kevintirîn kenîseyên deverê ne ku hatibû paşguhxistin û tu kesî guhdan lê nedikir.
kurdistan24.net

 

K24 – Dêrik
Kenîseya Meryem Elzra li gundê Berabêt ya girêdayî bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê, yek ji kevintirîn kenîseyên deverê ne ku hatibû paşguhxistin û tu kesî guhdan lê nedikir. Li gorî Xiristyanên deverê dibêjin, ku şivanekî ji gundewarê Dêrikê di xewna xwe Meryem dayika Îsa pêxember dîtiye û xwestiye kenîseya wê ji nû ve bête avakirin.

Di sala 1958an de kenîseya navbûrî ji aliyê Xiristyanên deverê ve û bi serperiştiya metranê devera Cizîr û Ferêt Mar Ostasyos Qiryaqis ji nû ve hate çakirin. Gelek xelkên herêmê serdana kenîseyê dikin ji bo xwedanê mezin bi bereketa Meryem dayika Îsa pêxember xwestekên wan bicî bînin.

Li gorî hin dîroknasan, Kenîseya gundê Berebêt di heman dîroka kenîseya Elezra ya li bajarê Dêrikê ku ji sedsala çaran ta sedala pêncan ve hatiye avakirin.

Piştî jinûavakirina kenîseyê, hersal di 15 meha Gulanê de û di cejna Bereketa Sinbilan de, festival û aheng li dardikevin da ku bereket têkeve rez, dar û hemû cûreyên şînkayî de.