Li zankoya Dîcleyê Muzexaneya Zoolojiyê hat vekirin

Li Zankoya Dîcle ya Diyarbekir ji aliyê akademîsyenan ve Muzexaneya Zoolojiyê hate vekirin ku 1500 ajal di muzexaneyê de tên pêşandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Zankoya Dîcle ya Diyarbekir ji aliyê akademîsyenan ve Muzexaneya Zoolojiyê hate vekirin ku 1500 ajal di muzexaneyê de tên pêşandan. Cinsê piraniya ajalên ku têne pêşandan di bin xetereya nemanê de ne. Ji dibistanan jî xwendekar ji bo ku xwezayê û ajalan baştir binasin serdana muzexaneyê dikin.

Fakulteya Fenê ya Zankoya Dîcle ya Diyarbekir xebatên xwe yên li ser ajalan berhev kir û di encamê de jî Muzexaneya Zoolojiyê hat vekirin. Di muzexaneyê de 1500 ajal tên pêşandan, ku cinsê piraniya van ajalan di bin xetereya nemanê de ne. Di muzexaneyê de ji Kosiyên Dîcle-Firadê heta Marmasiyên Mezopotamyayê ; ji Leopar Masiyê Dîcleyê heta Kergezên Biçûk gelek cûreyên ajalan tên pêşandan ku piraniya van ajalan jî li xwezaya Diyarbekir, Rûha û Êlihê tên dîtin.

Yek ji pêşengê damezrandina Muzexaneya Zoolojiyê, Serokê Şaxa Makezanistê yê Beşa Zoolojiyê Profesor Alî Satar dide zanîn ku Muzexaneya Zoolojiyê berhema lêkolînên berfireh e.

Profesor Alî Satar ji K24ê re wiha axivî: "Me projeyek da destpêkirin û me xwest ku ne tenê xwendekarên me, di heman demê de xwendekarên din jî werin vê xebatê bibînin. Ev muzexane, berhema xebatên 30 salan e. Me biryar da ku êdî van xebatên xwe bi raya giştî re jî parve bikin ."

Muzexaneya ku ji aliyê cureyên ajalan ve gelek dewlemend e ji aliyê Akademîsyenên Zankoya Dîcleyê ve wek xebatek serkeftî di warê zanistî de tê dîtin. Profesorê Beşa Biyolojiyê Ridvan Şeşen amaje dike ku li vê derê dewlemendiya xwezayê xwe dide der.

Akademîsyenê Zankoya Dîcle Profesor Ridvan Şeşen ji K24ê re got: "Em ê xwedekarên lig undan jî bînin muzexaneyê û vê derê nîşanî wan bidin. Li vê derê gelek ajal hene ku cinsê wan di bin xetereyê de ne. Em dixwazin xwendekarê hîn temenê biçuk de werin van ajalan bibînin û ew jî li gorî derfetên xwe van ajalan binasin û li wan xwedî derbikevin."

Muzexaneya Zoolojiyê ji aliyê xwendekarê dibistanan ve jî bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin ku ajalên di nava muzexaneyê de xwendekaran dikin nav kelecanê de. Gerînendeyê dibistanê Harûn Çelîk û xwendekarê wî Mûrat Demîr jî ji ber dîtina ajalan keyfxweş bûn.

Gerînendeyê Dibistanê Harûn Çelîk dibêje: "Perwerde ne tenê pêbûs û defter e. Divê xwendekar derbikevin qadê û xwezayê û ajalan ji nêz ve bibînin û binasin."

Xwendekar Mûrat Demîr: "Min masiyek dît ku min qet berî niha nedîtibû. Li Diyarbekir muzexane kêm in. Divê li Diyarbekir muzexane zêde bibin."

Akademîsyenên Zankoya Dîcleyê didin zanîn, armanca wan a di dorê de ew e ku di rojên pêş de cureyên nebatan jî di muzexaneyê de bidin pêşandan û muzexaneyê bikin Muzexaneya Dîroka Xwezayê da ku xweza bi her awayî were danasîn û muzexane dê ji bo herkesî vekirî be.