Pîşeya alav û amûrên kevnar li Diyarbekirê balê dikişîne

Li Diyarbekirê, 130 sal in pîşeya kel û pelên dîrokî bi destên nifşên malbatekê dewam dike. Ji peykeran heta zêr û ziberên kevnare ku gelek ji wan 200 salan li peyî xwe hiştine, li Xana Hesen Paşa ya dîrokî, ji bo geştiyarên xwecih û biyanî tên pêşkêşkirin. Xwediyê van amûrên kevnare Huseyîn Dîrîl; ji bo ku ev pîşe dewam bike, ji zarokatiya xwe ve dest ji bazirganiya bermayiyên dîrokî bernedaye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, 130 sal in pîşeya kel û pelên dîrokî bi destên nifşên malbatekê dewam dike. Ji peykeran heta zêr û ziberên kevnare ku gelek ji wan 200 salan li peyî xwe hiştine, li Xana Hesen Paşa ya dîrokî, ji bo geştiyarên xwecih û biyanî tên pêşkêşkirin. Xwediyê van amûrên kevnare Huseyîn Dîrîl; ji bo ku ev pîşe dewam bike, ji zarokatiya xwe ve dest ji bazirganiya bermayiyên dîrokî bernedaye.

Li Xana Hesen Paşa, 50 sal in ku bazirganiya van kel û pelên dîrokî tê kirin. Bazirganiya van bermayiyên ku nirxê wan li gorî kevnariya wan tê pîvan, ev 130 sal in ku bi destê malbata Dîrîl tê domandin. Xwediyê van amûr û alavên dîrokî Huseyîn Dîrîl dibêje ku malbata wî bazirganiya vê pîşeyê ji Hosteyê Ermenî; Agop Sûrîgarîs wergirtiye û ji bav û kalan derbasî ber destên wî bûye.

Huseyîn Dîrîl ji K24ê re got: "Ji ber ku tiştên dîrokî ne, ez ji vî karî hez dikim. Min nexwest ev pîşe wenda bibe, ji bo ku bi awayekî dewam bike min dest jê berneda û bi rastî ez ji karê xwe gelek hez dikim."

Buhayên bermayiyên ku li vê dikanê tên pêşkêşkirin, ji 100 lîreyan dest pê dike û heta 20 hezar lîreyan zêde dibe. Çi kesên ku ji bo amûr û alavên kevnar xwedî mereq bin, dikarin gelek cureyan li vê derê peyda bikin. Li gorî Huseyîn Dîrîl radigihîne, ev alav û amûr bala geştiyarên biyanî zêdetir dikişîne. Dîrîl diyar dike ku ji bo berdewamiya vî karî, gihandina hosteyên ku ji berheman fêm bike hewce ye lê ji ber ku ew kes peyda nabin, ev pîşe jî di bin xetereya wendabûnê de ye.

Huseyîn Dîrîl dibêje: "Eleqeya xelkê Diyarbekirê zêde tuneye lê geştiyarên ku ji derve tên, eleqeya wan ji bo van alav û amûran heye. Tiştên me jî hemû tiştên baş in, tiştên cuda ne; kehribar in, zîvên kevin in, berhemên destan in. Berhemên destan jî divê balkêş bin û ji ber vê yekê jî kesên ku ji van tiştan hez bikin, rasterast tên û me dibînin."

Vê tifinga daliqandî 200 salan li peyî xwe hiştiye. Di ser van semawerên ku di serdema xwe de li qehwexaneyan û li nav malbatên qelebalix hatine bikaranîn de jî herî kêm 50 sal derbas bûne. Gerdeniyên ku ji kevirên kehribar hatine çêkirin, gramek di navbera 7 û 50 dolaran de diguhere. Ev zêr û ziberên ku di serdema xwe de xemila xatûnên malmezinan bûne, ji aliyê gelek geştiyaran ve rastî eleqeyeke baş tên.