Kurdistan24 dibe sekoya tevahiya alî û hevpeymaniyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Kurdistan24 di rojên bangeşeya hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de, bernameyên taybet bi pirsa hilbijartinê û romala berfereh a aheng û çalakiyên berbijar û lîstên tevahiya alî û hevpeymaniyan dike û komek bernameyên meydanî û cemawerî jî diweşîne.
Kurdistan24 peyam û planên berbijaran ên ji bo başkirina jiyana xelkê û rikberiyên aliyên siyasî ên gihîştina bi parlemantoyê û bidestxistina piraniya kursiyan belav dike. Hevdem jî ronahiyê dixe ser pirsên welatiyan û zemînekê bo diyalogeke serdemyane û bîr û baweriyên cuda jî peyda dike.
Ji bilî romalkirina berfereh û pêdaçûna rojane ya tîmên Kurdistan24ê, bi dirêjahiya rojên bangeşeya hilbijartinê, çend bernameyên meydanî amade û pêşkêş dike.
Bernameya: Pasî Hilbijartin
Bermaneyeke siyasî ya rojane ye, tê de guftûgo derbarê hilbijartin û kanemameya lîste û berbijaran tê kirin. Her car 2 yan 3 berbijar ligel komek ji welatiyên ji çînên cuda guftûgoyeke vekirî tê kirin.
Bernameya: Jin û Hilbijartin
Bernameyeke meydanî ya rojane ye, her car berbijareke jin dibe mêvana bernamê û pirs û kêşeyên girêdayî bi jin, pêwendiyên di navbera jin û siyasetê de, karê perlemantarî û plana dahatû ya jinan ji bo başkirina jiyan û pêşerojê tê de tên guftûgokirin.
Bernameyan: Projeya Berbijar
Bernameyeke meydanî ya rojane ye. Her car mêvandariya berbijarên xwedî proje dike. Armanca bernamê dirustkirina hêla pêwendiyê di navbera dengder û berbijar e. Giftûgoyeke vekirî li ser pirsa projeyên xizmetguzariyê tê kirin.
Bernameya: Helbijêr
Bernameyeke meydanî ya rojane ye, rayên pîşewer û lêkolînên cuda li ser proseya hilbijartina parlemantoya Kurdistanê û warên siyasî û hikûmranî li Herêma Kurdistanê tên pêşandin.
Kurdistan24, ji bilî romalkirina bûyerên rojane yên bangeşeyê û roja dengdanê, di dirêjahiya wê heyamê de, di geştên nûçeyan de, mêvandariya berbijarên tevahiya aliyan dike û karnameya lîsteyên şîrove dike. Herwiha nûçe û zanyariyên girêdayî bi wê proseyê di riya kenala telefizyonê, radyo, malper û sosyal medyayê re belav dike.
S. B