CHP û HDPê îro namzetên xwe aşkere dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Gel a Komarê (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro nazmetên xwe yên Hilbijartinên Serokomariyê aşkere bikin.
CHP îro dê demjimêr 10:00an digel endam û alîgirên xwe li hola Werzîşê ya Ahmet Taner Kişlaliyê were ba hev û namzetê xwe yê Hilbijartinên Serokomariyê aşkere bike.
Tê pêşbînîkirin Parlementerê Yalovayê Muharrem Înce dê bibe namzet.
Herwiha HDP jî dê îro demijêr 17:00an namzetê xwe eşkere bike û egerek mezin heye ku namzetê HDPê hevserokê berê yê partiyê Selahatîn Demîrtaş be.
S. B