Zanyariyên nû derbarê tendirustiya Kosret Resûl

Seidî Pîre: Heya niha Kosret Resûl di bin çavdêriya hûr de bû, lê piştî ku rewşa wî baş bû, wê ji bo odeyeke asayî bê veguhestin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroya YNK Seidî Ehmed Pîre, derbarê rewşa tendirustî ya Kosret Resûl ragihand: "Neştergeriyeke dijwar ji Kosret Resûl re hat kirin û niha rewşa wî ya tendirustî cigar bûye, lê dema vegera wî ji bo Herêma Kurdistanê nexuya ye."

Got jî: "Heya niha ew di bin çavdêriya hûr de bû, lê piştî ku rewşa wî baş bû, wê ji bo odeyeke asayî bê veguhestin."