Wezîrekî berê yê Tirkiyê: Referandûm mafeke yasayî ye

Yaşar Yakiş yek damezrînerê Ak Partî ye û wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiye ye radigihîne, referandûm mafeke yasayî ye û ev meseleyeke navxweyî ya Iraqê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Yaşar Yakiş yek damezrînerê Ak Partî ye û wezîrê karên derve yê berê yê Tirkiye ye. Wezîrê berê, der barê referandûma serxwebûna Kurdistanê de rexne li helwesta hikûmeta niha girt û got; referandûm mafeke yasayî ye û ev meseleyeke navxweyî ya Iraqê ye, pêwîst e gelê wir biryarê bide.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê yê berê Yaşar Yakiş ji K24ê re wiha axivî: “Ev meseleya Tirkiye nîn e. Divê Tirkiye dexilî vê meseleyê nebe. Lazim e Bexda û Hewlêr di nav xwe de li ser referandûmê li hev bikin. Biryara dahatûya Kurdistanê di destê miletê Kurd de ye. Divê, rêz li îradeya gelê wir bê girtin.”

Li gorî Yakiş yek sedema nerazîbûna Tirkiye jî bi taybetî Kerkûkê ku di nav herêmên nîqaşkirî de cîh digire û dexilî referandûmê dibe. Lê belê Yakiş dest nişan dike ku Kerkuk girêdayî Kurdistanê bibe ji bo Tirkiye jî baştir e.

Yaşar Yakiş got: “Bi ya min, şûna Iraqê çêtir e ku Kerkuk ji aliyê Kurdistanê ve bê birêvebirin. Ev ji bo Tirkiye û ji bo Tirkmenan jî baştir e. Binêrin, li wê herêmê hejmara Tirkmenan di navbera 500 û 800 hezaran de ye. Niha Tirkmenên wir, di Iraqa 21 milyon kesî de bimîne baştir e yan di Kurdistana 6 milyon kesî de? Loma Kerkuk di bin rêvebiriya Hewlêrê de be bo Tirkmenan çêtir e. Ev yek bo Tirkiye jî ne gef e. Niha behsa şer dikin nexêr ji bo çi kurê min wê derbasî sînorê Iraqê bibe û ji bo çi bi Kurdan re şer bike. Ev şaş e.”

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê yê berê di wê bîr û baweriyê de ye ku mafê Kurdan jî heye ku bibin xwedî dewlet û rojek wê were miletê Kurd jî dewleta xwe ava bike.

Yaşar Yakiş dibêje: “Serjimêra Malta 365 hezar e, Kibrisa Başûr 700 hezar e, serjimêra Estonya 1 milyone tev bûne xwedî dewlet. Ma çima Kurd jî nebin xwedî dewlet. Li cîhanê miletê herî mezin Kurd e ku serjimêra wan digihîje 40 milyon kesî belam bêdewlet in. Ez bawer dikim ku îro yan sibê zû yan dereng dewleta Kurdistan dê bê avakirin.”

Wezîrê berê, bertekên Tirkiyê yên li ser referandûmê bi hilbijartina 2019an ve girê da û da zanîn ku piştî referandûmê helwesta Tirkiye dê biguhere. Yakiş bal kişand ser pêwendiyên Tirkiye û Kurdistan dest nişan kir lazim e Tirkiye pêwendiyên pêşketî yên bazirganî digel Kurdistanê biparêze.