Zuhêr Elî: 300 hezar Efrînî vegerîne ser xaka xwe

Zuhêr Elî da zanîn, heta niha komîtên wan ên li ser erdê karîne nêzîkî 300 hezar welatiyên Efrînê vegerînin Efrînê û niha nêzîkî 150 hezar welatî jî li bendê ne ku vegerin Efrînê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Hawarhatina Efrînê Zuhêr Elî ji K24ê re ragihand, ji kongreya Hawarhatina Efrînê 30 kes jê hatin hilbijartin û niha navê wê bûye Encûmena Sivîl a Efrînê, erkê wan ê destpêkê jî pêşkêşkirina alîkariyên bilez ji xelkê Efrînê re ne.

Derbarê girtina welatiyên Efrînê û bi taybet wênegir Dilşan Qerejol ku ji pêr ve ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye revandin, Zuhêr Elî da zanîn, bi dehan xort û keçên Efrînê hatine girtin û ew ji bo azadkirina wan de bi aliyê Tirkî û grûpên çekdar re di pêwendiyê de ne. Amaje bi wê jî kir, li gor agahiyên wan dê Dilşan Qerejol di demeke nêzîk de bê azadkirin.

Derbarê vegerandina xelkê ji Efrînê re Zuhêr Elî da zanîn, heta niha komîtên wan ên li ser erdê karîne nêzîkî 300 hezar welatiyên Efrînê vegerînin Efrînê û niha nêzîkî 150 hezar welatî jî li bendê ne ku vegerin Efrînê.

Diyar kir jî, wan kongreya xwe li ser 17 xalan ava kir, ku xalên pêwîst ên ji bo vegerandina xelkê Efrînê û amadekirina jiyaneke normal di nava wan xalan de hene.

Li ser egera cibicîkirina planên guhartina demografî li Efrînê, Zuhêr Elî got, “Di dirêjahiya dîrokê de gelek hêz û artêşa di ser Kurdistan û herêma Efrînê re derbas bûn, ji me re girîng e em xaka xwe ve bên girêdan û li ser xaka xwe bimînin. Dema em ne li ser xaka xwe bin, wê demê egere guhartinên demografî çê bibin.”

Endamê Encûmena Sivîl a Efrînê diyar kir jî, ji roja derbasbûna artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve gelek dizî, talan û binpêkirinên mafên mirovan rû dan û komîtên wê encûmenê ew binpêkirin hemû belge kirine û ji bo çareseriya wan Jî ew hewlên xwe didin.

Piştî şerê nêzîkî 2 mehan, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê roja 18ê Adara bûrî ketin Efrînê, di encamê de jî zêdetir ji 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlên din jî birîndar bûn. Herwiha bi sed hezaran welatiyên Efrînê koçber bûn.

Piştî dagîrkirina Efrînê, di roja 19ê Adarê de beşek ji Efrîniyên li Tirkiyê dimînin kongreyek li bajarê Dîlokê lidar xistin û encûmeneke sivîl ji bo hevkariya xelkê Efrînê damezrandin. 

 

 

S. B