Encûmena Nûnerên Amerîka biryara piştevanîkirin xwepêşandanên Îranê pesend kir

Encûmena Nûnerên Amerîka bi piraniya 415 dengan li hember tenê 2 dengan, biryara 676 ya piştevanîkirina li xwepêşandanên aştiyan yên gelê Îranê li dijî desthilatên Îranê pesend kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Nûnerên Amerîka bi piraniya 415 dengan li hember tenê 2 dengan, biryara 676 ya piştevanîkirina li xwepêşandanên aştiyan yên gelê Îranê li dijî desthilatên Îranê pesend kir.

Li gor deqa biryarê, Kongress binpêkirinên metirsîdar ên mafên mirovan û çalakiyên ku aramiyê têk didin ên rêjîma Îranê li dijî Îraniyan dikin, şermezar kir.

Serokê Komîta Karûbarên Derve di Encûmena Nûneran de Ed Royce got: “Bi piştevaniya me ji Îraniyan re, dixwazin diyar bikin ku ew armanca sizayên me yên li dijî Îranê ne. Sizayên Amerîkî li dijî rêjîma Îranê ya aramiyê têk dide ye.”

Ji roja 28ê Berçileya bûrî de li piraniya bajarên Îranê xwepêşandanên li dijî hikûmeta Îranê û beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, ji bo kontrolkirina rewşê jî, hikûmeta Îranê tûra civakî û bexşa satellite li welêt ragirt. Hevdem di xwepêşandanan de çendîn kes hatin kuştin û birîndarkirin.