Şand a Wezareta Pêşmerge li Hungarya ye

Şand a Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bi Serokatiya Fermandarê Eniya Mexmûr-Gwêr ê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî li Hungarya birêvebirina pêwendiyên xwe didomîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Şand a Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bi Serokatiya Fermandarê eniya Mexmûr-Gwêr ê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî li Hungarya birêvebirina pêwendiyên xwe didomîn e.

Fermandarê eniya Mexmûr-Gwêr ê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Kurdistan24 re diyarkir ku, çendîn civîn ligel Wezareta Berevanî ya Hungarya lidar xistin e û daxwazên Wezaerta Pêşmerge arasteyî wan kirin e.

Sîrwan Barzanî anî ziman ku, tu bajarek di kontrola DAIŞ de li Iraqê nîn e, lê hebûna xwe didomîn e. Hungarya jî, di têkoşêna dijî DAIŞ de destê alîkariya gihand Pêşmerge û di alîkariya xwe de, dê her domdar be.

Fermandarê eniya Mexmûr-Gwêr ê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî got ku, “li Kurdistanê 165 şêwirmendên sernazî yên Hungarya hene. Berpirsên serbazî yên Hungarya anîn ziman ku: Em serfilind in ku, em hevkarê Pêşmerge yên ku bi qehremanî şerê DAIŞ, kirin in. Hungarya herweha di sarêjkirina Pêşmergeyên brîndar de rolek berçav dît. Em bi vê egerê spasiyên xwe carek din pêşkeşî Hungarya dikin”.

Şanda a Wezareta Pêşmerge bi seredanek fermî li Hungarya ye û Fermandarê eniya Mexmûr-Gwêr ê Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî diyarkir ku, ev vexwendin berî demekê hatibû kirin, lê bi egera sedemên taybet hatibû paşxistin, û niha pêkhat.

 

 

C.B