Erdogan careke din Rûsyayê dixeyidîne

Daxuyaniyeke Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, bû sedem ku Rûsya bixeyide. Herwiha li hemberê jî “Hirçê spî” bersiva wê daxuyaniyê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxuyaniyeke Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, bû sedem ku Rûsya bixeyide. Herwiha li hemberê jî “Hirçê spî” bersiva wê daxuyaniyê dide.

Erdogan di serdana xwe ya ji bo welatê Ukraine de û di konferanseke rojnamevanî ligel hevşanê xwe ya Ukrainî Petro Poroshenko de ragihand, Tirkiye piştevaniya serwerî û yekperçeyîya xaka Ukraine dike û li herêma Crimea mukir nayê ku herêmek ser bi Rûsyayê ve be.

Li hemberê jî, endamê Encûmena Yekîtiya Rûsyayê Alexei Pushkov li Twittera xwe belav kir, Erdogan wek herêmeke ser bi Rûsyayê ve li Crimea mukir bê yan neyê, tiştek ji wê babetê nayê guhartin û Eredogan bi xwe jî dizane. Ewê Erdogan dike, tenê razîkirina Poroshenko ye ne tiştekî zêdetir e.

Ne ji zû ve di navbera Tirkiye û Rûsyayê ve asayî bûye, piştî xistina firokeya şer a Rûsyî ji aliyê Tirkiyê ve, navbera Mosko û Enqerê ve alozî derket û gihêşt asta ku Rûsya sizayên aborî li ser Tirkiyê bisepîne. Piştre Erdogan di nameyekê de lêborîn ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwast û ji bo heman mebestê jî serdana Rûsyayê kir.