Brîtanya: Nirxandina me liser Îranê hevşêweyê nirxandina Amerîka ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Brîtaniya radighîne nirxandina wan ji gefên Îranê re hevşêweyê nirxandina Amerîka ye.
Jeremy Hunt, Wezîrê Derve yê Brîtaniya li ser hejmara xwe ya taybet a Tiwîterê derbarê aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de nivîsandiye, di dema heftiya derbasbûyî de ligel hevpostê xwe yê Amerîka Mike Pompeo civiya ye û gefên Îranê li ser navçeyê gotûbêj kirin e.
Jeremy Hunt amaje bi wê yekê kir, ko ew wekî hikûmeta Birîtaniya nirxandina wan ji gefên Îranê re hevşêweyê nirxandina Amerîka ye û berdewam kar ligel Amerîka di vî warî de dikin.
Herweha ligorî raporteke kanala Sky News a Ingilîzî, hikûmeta Brîtanya jiber aloziyên vê dawiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de li navçeyê û metirsiyên karvedanên wan aloziyan li Iraqê, ast a metirsiyên liser hêzên xwe li wî welatî, û karmendên balyozxaneya xwe li Bexdayê bilindtir kiriye û xistiye amadebaşiyê de.
C.B