Parlementerê berê yê HDPê Îbrahîm Ayhan koça dawiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê berê yê Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Îbrahîm Ayhan li Hewlêrê koça dawiyê kir.
Hat zanîn, Parlementerê berê yê HDPê Îbrahîm Ayhan krîza dil derbas kiriye û ev jî bûye sedema mirina wî.
Îbrahîm Ayhan heyama bûrî parlementerê HDPê yê Rihayê bû û dadgehên Tirkiyeyê ji ber bangeşekirina PKKê salek û 3 meh caza dabûn wî. Herwiha Parlementoya Tirkiyeyê mafê parlementeriyê ji destê wî standibû.
Îbrahîm Ayhan ev demek e li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê dijiya.
S. B