Rûsyayê hêzên xwe ji Efrînê vekişandin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehand ku, piştî despêkirina operasyona Tirkiyê, leşkerên xwe yên li Efrînê vekişandine devereke din.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragehand ku, piştî despêkirina operasyona Tirkiyê, leşkerên xwe yên li Efrînê vekişandine devereke din.

Îro, Şemiyê 20.1.2018 wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, piştî destpêkirina operasyona dijî Efrînê û ji ber parastina leşkerên xwe li wî bajarî biryar dank u, leşkerên xwe vekişînin.

Îro, Sererkaniya Tirkiye bi daxûyaniyekê de ragihand ku “Îro demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” destpê kir.

Ligor çavkaniyên herêmî dengên teqînan li Efrînê hatine bihîstin. Firîna belafirên cengî liser esmanên Efrînê berdewam e.