Eşîra Hesenanê jî piştgiriya referandûma Kurdistanê dike

kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, ji her aliyên civakê desteka ji bo Referandûma Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê pêl bi pêl belav dibe. Ji Eşîra Heseniyan, neviyê Xalid Begê Hesenî, Hecî Mûzafer Rizabeytorunlari ji bo Kurdistan24'ê axivî û got; "damezirandina Dewleteke Kurdistanê, xelaya binemala wî bû jî û di heman demê de bi avabûna Kurdistanê re, xelaya bapîrên wî jî bi cih tê.

Hecî Mûzafer Rizabeytorunlari, neviyê Rizayê Xêlid Begê Hesenî ye. Binemala Heseniyan ku ji Kelha Melezgira Mûşê belavî bajarên wekî Wan, Riha, Diyarbekir, Erzerom û Bedlîsê bûne bi Beg û Paşayên xwe di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî berbiçav in. Mûzafer Rizabeytorunlari, niha li navçeya Tetwana Bedlîsê dijî. Li ser Referandûma Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê, Muzafer Beg dibêje; "ji Şerê Kendavê yê sala 1991'an ve dewleteke Kurdistanê heye û ji wê rojê ve tu zerareke wê negihîştiye tu cîranên wê. Rizabeytorunlari, di pêvajoya damezirandina Dewleta Kurdistanê de behsa keda binemala Barzaniyan dike û wiha dibêje:

Neviyê Xalid Begê Hesenî Mûzafer Rizabeytorunlari ji K24ê re jî wiha axivî: "Em ji wan re minetar in, em spasdarên Malbata Barzaniyan in. Barzaniyan ji bav û kalên xwe ve hebûna xwe da ser avakirina Kurdistanê. Elhemdulîllah muvafak jî bûne. Mirovên ku li ser rêya heqiyê ne. Bi şer'î, bi dînî, bi kevneşopiyên me tevdigerin. Em ji wan hez dikin. Miletê me hemû ji wan hez dike. Em temamî eşîrên Kurdan jî destekê didin wan. Dê encama referandûmê jî 'Belê' be. Em jî dibêjin 'Erê.' "

Muzafer Beg dibêje; divê Kurd û neteweyên li Kurdistanê hemû di referandûmê de bibêjin 'Belê' û kî ji xwe re bêje 'ez mirov im' jî rêzê li biryara Kurdistanê bigire. Mûzafer Beg dibêje; bapîrê wî Rizgan Axa jî xwestiye dewleteke Kurdistanê ava bike lê dewleta desthilatdar têkoşîna wî têk biriye. Mûzafer Beg dibêje; ez gelek caran çûme Kurdistanê û jixwe ez wê dere wekî dewleteke ku Kurd xwe pê digirin dibînim.

Muzafer Rizabeytorunlari dibêje jî: "Hîn ku referandûm pêk nehatibe û îlan nekiribin jî ev 26 sal in ku dewlet in. Ew der kulbegeha Kurdan e. Temamê Kurdan xwe pê girtine. Ji Kurdan û miletên bindest re bûye nimûneyek. Ew der qelheke Kurdan e û divê Kurd maç bikin û deynin ser serên xwe. "

Muzafer Beg amaje dike ku; serxwebûna Kurdistanê dê bandoreke erênî li ser çareserkirina meseleya Kurd li Tirkiyeyê jî peyda bike.