Rasmussen: Heta Erdogan Serokomar be, cîhê Tirkiye li Ewrûpa nî ne

Serokwezîrê Danîmarkayê radigihîne: Heta ko Recep Tayîp Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê, cihê Tirkyeyê di nav Yekîtiya Ewropayê de nîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Danîmarkayê radigihîne: Heta ko Recep Tayîp Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê, cihê Tirkyeyê di nav Yekîtiya Ewropayê de nî ne.

Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen da zanîn ko Tirkiye ber çavên wan roj bi roj ber bi rejîma Erdoganî ve diçe. Bi vî awayî Tirkiye nikare bibe endamê Yekitiya Ewropayê. Rasmussen herwiha da zanîn ko endambûna Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê di dahatûyê de jî rasteqîn nîne. Lê dîsa jî divê pêwendiyên wan bi Tirkiyeyê re berdewam bike.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan gelek caran bang li Yekîtiya Ewropayê dike ko an bila Tirkiyeyê bikin endamê xwe an jî li pêvajoya endamtiyê bînin.