Hejmara qurbaniyên erdhejê bilind bû
K24 - Navenda Nûçeyan
Qurbaniyên erdheja şevê din 12/11/2017an yên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê her ku diçe bilind dibe û heya niha nêzîkî 207 kesan canê xwe jidest dane û bêtirî 2000 kesên din jî birîndar bûne.
Navçeyên parêzgeha Kirmaşanê bêtir ketin ber erdhejê de û ziyaneke gellekî mezin li wan hat, bi taybet jî navçeya Ezgele ku 200 kîlometran dikeve rojavayê Kirmaşanê û ew dever navenda çêbûna erdhejê bû, ku hevsînora navçeyên Germyan û Derbendîxan e.
Hêza erdhejê ziyaneke mezin li bajar û gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî kir, heya niha 7 kesan canê xwe jidest dane û bêtirî 200 kesên din jî birîndar bûne.
Piraniya ziyanên erdhejê li Derbendîxan û derdorê û li navçeyên Germyan, Helebçe û Silêmaniyê bûn.
Ji aliyê xwe ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê desthelat da dest yekeyên îdarî li navçeyên ziyandîtî, daku bixwe biryara rawestandina dewam bidin û daxwaz ji tevahiya wezaret û dezgehên pêwendîdar kir, ku tîmên wan berdewam bin li ser kar, daku bikaribin alîkariya welatiyan bikin.
Li hin cihan li Herêma Kurdistan û Iraqê, hêza erdhejê 7.2 pile ji pîvana Rexter derbas kir û li seranserî cihên erdhejê welatiyan hest pê kirin
Li ser vê yekê sikirtêrî giştî yê Netewên Yekgirtî hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê da xuyakirin û daxwaz ji Hikûmeta Îran û ya Iraqê kir, ku bi hewara xelkê ve biçin û bilez birîndaran derman bikin.