Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî ji bo qurbaniyên erdheja şeva bihûrî
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî bi boneya ku bi sedan welatî di encama erdhejê de bûn qurbanî, peyameke serxweşiyê arasteyî malbatên qurbaniyan kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi mixabiniyeke mezin şeva borî di encama rûdana erdhejê li parêzgeha Helebce û Kirmanşanê û navçeyên Qesra Şîrîn û Serpêla Zehaw, bi sedan welatiyan canê xwe jidest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.
Bi bê boneya xemgîn, serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û xelkê navçêyên ziyanên erdheja şeva borî gihêştiye dikim û hêviya çakbûn bilez ji birîndarên wê bûyera xemgîn dixwazim. Di vê karesatê de xwe bi hevxemê xelkê lêqewimî û ziyan gihêştiye wan yên her du parêzgehan Kirmanşan û Helebce dizanim.
Mesûd Barzanî
13 Mijdara 2017an