CNN: Operasyona Efrînê şûnwarên dîrokî yên mirovahiyê têk dide

Ligor CNN International, di encama bordûmanên firokeyên leşkerî yên Tirk de şûnwarê Girê Eyn Dara hatiye têkbirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Kenala Amerîkî CNN International Operasyona Efrînê û bandorên wê yên neyênî anî ser ekrana xwe.

Ligor CNN International, di encama bordûmanên firokeyên leşkerî yên Tirk de şûnwarê Girê Eyn Dara hatiye têkbirin.

Herweha zanyariyên girêdayî rewşa sivîlan, awareyan û bandora xerab a Operasyonê liser jiyana xelkê Efrînê di bernameyê de cîh girt.

Li Efrînê ji destpêka Operasyona Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve, gelek şûnwarên dîrokî hatine herifandin, xwezayê ziyanek mezin dîtiye, bandorek neyênî li jiyana xelkê sivîl ên Efrînê kiriye.

 

 

C.B