Çend teqînên bihêz odeya operasyonên Îranê li başûrê Şamê hejandin

Li gorî çalakvanan, hejmarek ji teqînên bihêz di odeya operasyonên Îranê de, li navenda birêvebirina şerê eliktironî li başûrê Şamê li devera Necha çêbûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî çalakvanan, hejmarek ji teqînên bihêz di odeya operasyonên Îranê de, li navenda birêvebirina şerê eliktironî li başûrê Şamê li devera Necha çêbûn.

Wan çalakvanên xwecihî diyar kirine, ku dengê teqînên bihêz li nêzîkî firîngeha Şamê ya navdewletî hatiye bihîstin.

Herwiha çalakvanan dan zanîn ku eger heye ew deng ji encama teqînan be, ku di bingehên Îranî yên rêvebirina şerê eliktronî û xwendingeha (Ewlehiya Dewletê) de çêbûbin, bitaybet ku gellek milîsên Îranî li wan deveran belav dibin.

Di 18ê vê mehê de jî, zincîreyek teqînên bihêz li firîngeha serbazî ya Hemayê çêbû, di encamê de û li gorî amarên Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, 28 kes ji serbaz û milîsên ser bi rêjîma Sûryê ve hatin kuştin.

Jêder-Sky News Arabic

N.O