Parlemanto Erebkirina navçeyên Kurdistanî gotûbêj dike

Perlemana Kurdistanê proseya Erebkirinê, projebiryara çaksaziya mûçeyên xaneşîniyê û xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê gutfûgo dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlemana Kurdistanê proseya Erebkirinê, projebiryara çaksaziya mûçeyên xaneşîniyê û xwepêşandanan li Herêma Kurdistanê gutfûgo dike.

Biryar e îro, Parlemantoya Kurdistanê bicive û li gor bangêştnameya ji parlemantaran re birê kiriye, biryar e proseya Erebkirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bê gotûbêjkirin. Herwiha xwepêşandanên vê dawiyê yên li bajar û bajarokê parêzgeha Silêmaniyê di bûne tewereke din a rûniştina îro ye.

Ji bilî wê, parlemantoya Kurdistanê projebiryara çaksaziya mûçeyên xaneşîniyê li Herêma Kurdistanê û damerzrawîkirina hêza çekdarên Kurdistanê dixwîne.

Herwiha di rûniştina îro ya parlemantoya Kurdistanê de guftûgo li ser çend tewerên din jî dibin.