Şêx Cafer: Rê nadin ti aliyekî ewlehiya Kerkûkê têk bide

Fermandarê Yekîneya 70ê ya Pêşmerge Şêx Cafer ragihand, şeva borî Heşda Şeibî ligel Polîsa federalî hêzeke mezin anî Beşîr û Xurmato bi niyaza êrîşî wan deveran bikin. lê plana wan têk çû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Yekîneya 70ê ya Pêşmerge Şêx Cafer Mustefa ragihand, şeva borî Heşda Şeibî ligel Polîsa federalî hêzeke mezin anî Beşîr û Xurmato bi niyaza êrîşî wan deveran bikin. lê plana wan têk çû.

Şêx Cafer di konferanseke rojnamevanî de tekezî li wê yekê kir, wek Pêşmerg û serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê jî arasteyên wan ew e, bi her awayekî xwe ji şer dûr bixin û hewl bidin jî şer nebe. Duh Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re şerê DAIŞê dikir, gelekî nexweş e îro jî çekê xwe bixin zikê hevûdu.

Şêx Cafer amaje bi wê da, wan pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û hin berpirsên Heşda Şeibî re kirin, da ku şer rû nede. Ne em ji şer ditirsin, lê ew gelekî bê minet bûn û nameyek ji Fermandarê Mihwerê Başûrê Kerkûkê Westa Resûl re nivîsin û jê daxwaz kirin, ku di 2 demjiêran de hemû leşkergeh, firokxane, kêlgehên petrolê radestî wan bikin, da ku polîsa federalî biçin nava bajêr.

Şêx Cafer da zanîn ku, Westa Resûl ew daxwaza Heşda Şeibî red kir û ji Heşda Şeibî re got “Em li vir in û tiştê we daxwaz kiriye, bi ti awayekî cibicî nakin. Werin û li vir hevdu dibînin.”

Şêx Cafer tekezî li wê yekê jî kir, Pêşmerge sengerên xwe qaimê kirin. ew gotinên dibêjin ku Pêşmerge cengerên xwe vala kirin, ne rast in.

Şêx Cafer got: “Ji destpêka êrîşa DAIŞê li ser Kerkûkê, em hatin û me hêlên berevaniyê dirust kirin. DAIŞ jî bi 3 K.M nêzîkî dam û dezgehên petrol, gaz, kehreba û hin cihên, ku diketin armanca DAIŞê, loma ji bo metirsiya DAIŞê li ser wan dam û dezgehan dûr bixin, em 15 – 20 K.M bi pêş ve çûn, da ku gefa DAIŞê li ser cihan dûr bixin û nemîne.”

Herwiha Şêx Cafer got: “Îro heger Iraq êrîşî me bike, Pêşmerge yan tê de şehîd dibin yan radest bikin û radestkirina Pêşmerge tiştekî her nabe. Loma ev pirsên leşkerî ne, me hêzên xwe anîn derdora Kerkûkê û çeperên xwe pê tund kirine. Ev tundkirina sengeran jî rêgirî li cibicîkirina plana Heşda Şeibî bû.”

Şêx Cafer careke din li tekezî li wê kir, hêza Pêşmerge ti sengerekî Pêşmerge radestî ti aliyekî din nekiriye, belkû ew hatine derdora Kerkûkê û cihên girîng û hemû fermadar li sengeran ligel Pêşmerge ne û heta ku dilopek xwîna Pêşmergeyan heye, rê nadin ti aliyekî ewlehiya Kerkûkê têk bide. Em ne şerxwaz in û bi ti awayî daxwaza şer nakin. Bi hemû awayî xwe diparêzin. Ewê were teqe jî bike, dê bersiva xwe bibîne.”