Îran: Take riya çarekirina kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog e

Behram Qasimî: "Di danûstandinên di navbera Îran û Tirkiyê û Iraqê de, gotûbêj li ser referanduma Herêma Kurdistanê hatin kirin

K24 – Navenda Nûçayan

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî di kongirekî rojnamevanî de ragihand: "Helwesta welatê min derbarê parastina serweriya Iraqê nehatiye guhertin û em dibînin ku take riya çareserkirina kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, diyalog e."

Behram Qasimî got: "Di danûstandinên di navbera Îran û Tirkiyê û Iraqê de, gotûbêj li ser referanduma Herêma Kurdistanê hatin kirin û me dît ku biryarên hikûmeta Iraqê ji bo dîtina mîkanzîmekê ji bo çarekirina vê pirsê giring in."

Qasimî diyar kir ku: "Serdana wezîrê derve yê Komara Islamiya Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji bo Silêmaniyê û beşdariya wî di merasîma pêşwazîkirina termê serokê berê yê Iraqê Celal Talebanî, nebû sedema şikandina biryara rawestandina geştên ezmanî ji bo Herêma Kurdistan".

Derbarê merasîma pêşwazîkirina Termê Mam Celal û pêçana cenaza wî bi ala Kurdistan, Qasimî got: "Di baweriya min de giringiyeke mezin ji mijara alê re tine û nabe gelekî giringiyê bidin wê mijarê.

Navhatî diyar jî kir, ku: "Ji ber kesatiya Mam Celal û pêwendiyên wî yên kevn li gel Îran û ji ber ku ew serokê berê yê Iraqê bû, me beşdarî di wê merasîmê de kir."