Ebadî pêkhateyên Kerkûkê dilgiran dike

"Li gel gihiştina Ebadî, hêzên dije terorê û polîsên federalî li nav Kerkûkê belav bûn daku ewlehiyê biparêzin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand, ku serokwezîrê Iraqê û serokê lîsta hevpeymaniya (Nesir) Heyder Ebadî gihişte Kerkûk û di destpêka serdana xwe de, li gel erebên wî bajarî civiya, vê yekê hişt ku beşek ji pêkhateya Turkmanî li Kerkûkê dilgiran bibe û rexneyan li wê reftara Ebadî bike".

Got jî: "Li gel gihiştina Ebadî, hêzên dije terorê û polîsên federalî li nav Kerkûkê belav bûn daku ewlehiyê biparêzin".

Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kir, ku mebesta serdana Abadî ji Kerkûkê re, ji bo bangeşeyê ji lîsta xwe re bike û biryar e li Kerkûkê jî wek bajarên din, merasîmeke nasandinê ji bo berbijarên lîsta xwe lidar bixe û biryar e serdana Hewîce jî bike, ku dixwaze navendên dengdanê li wir jî bên vekirin".

Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, "Heya niha ti berpirs û aliyekî Kurdî li Kerkûkê biryara beşdariyê di merasîma lîsta Ebadî de nedaye.

N.O