Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ve gihîştê û proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ve gihîştê û proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Di pêwendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompoe dawî pêşhatên rewşa siyasî û pêşeroja proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û ronî xistin ser hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoya Iraqê û hewlên hilbijartina Serokomariya Iraqê û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.

Her du aliyan tekezî li ser aktîvkirina hewlan ji bo serxistin û pêşvebirina proseya siyasî li Iraqê kirin û hêvî xwastin ku qonaxa dahatî ya Iraqê, qonaxeke siyasî û ewle be û hikûmet û desthilatên dahatûyî rengvedana daxwaz û mafên pêkhateyên Iraqê be.

Li hemberê, Mike Pompeo amaje bi girîngiya rola çalak û berçav a Herêma Kurdistanê di beşdariya proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna her sê serokatiyên welat de kir.

Guftûgokirina pêwendiyên Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û dawî pêşhatên Iraqê û navçê bi giştî, beşeke din a pêwendiya Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bû.

 

S. B