Çawîşoglu hişyariyê dide Şamê heger destekê bide YPGê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê bersiva medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê da û got, heger derbasbûna artêşa Sûriyê ji Efrînê re ji bo berevanîkirina li YPGê be, êrîşa wan dê berdewam be.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu li Urdinê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, got: “Heger leşkerên rejîma Sûriyê bi armanca jinavbirina YPGê biçin Efrînê, ji bo Tirkiyê ne pirsgirêk e. Lê heger ji bo berevanîkirina li YPGê biçin Efrînê, ew ranawestin.”
Televizyona fermî ya Hikûmeta Sûryê ragihandibû, ku biryar e di çend demjimêrên bê de, hêzên taybet yên artêşa Sûryê, derbasî nav bajarê Efrînê bibin, ew jî li gorî rêketinekê ku di navbera YPGê û Hikûmeta Sûryê de hatiye kirin.
Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji K24ê re ragihand, ku heya niha ti rêketin di nav wan û artêşa Sûriyê de çê nebûye ku ew artêş derbasî bajarê Efrînê bibe.