Karayilan: Em dê asta şer bilind bikin

Li gor nûçeya ajanseke nêzikê PKKyê, Murat Karayilan eşkere dike ko ew dê di sala 2018an de şerî bilind bikin. Ew êdî bi rê û rêbazên berê naxwazin şer bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan radigihîne: Ew ê êdî bi rê û rêbazên nû û prefesyonel şerê Tikriyeyê bikin û li hemberî Tikriyeyê ser bikevin.

Li gor nûçeya ajanseke nêzikê PKKyê, Murat Karayilan eşkere dike ko ew dê di sala 2018an de şerî bilind bikin. Ew êdî bi rê û rêbazên berê naxwazin şer bikin. Ew dixwazin şerê xwe bi kadirên profesyonel, perwerdekirî û pispor şer bikin. Di encamê de ew dê zora Tirkiyeyê bibin. Karayilan di derbarê hilbijartinên pêşwext de jî got Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî ji ber tirsên xwe biryara hilbijartina pêşwext dane. Hevpeymaniya AK-Partî û MHPyê dixwazin desthilatdariya Tirkiyeyê bi darê zorê bidest bixin lê sernakevin.

 

 

C.B