Taran: Amerîka nikare rê li ber firotina petrola me bigire

Berpirsên Amerîkî: Heya kêmî çar mehên din, emê kiryarên petrola Îranê razî bikin, ku nema petrola Îranê bikirrin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Amerîka fişarên xwe li ser kiryarên petrola Îranê zêde kiriye û di beramber de berpirsên Îranî red dikin, ku kiryarên petrola wan li ber fişarên Amerîka sist bibin.

Li ser vê mijarê, berpirsên Amerîkî didin xuyakirin, ku heya kêmî çar mehên din, ewê kiryarên petrola Îranê razî bikin, ku nema petrola Îranê bikirrin.

Di dawîn karvedan de, beramberî siyaseta Amerîka, cîgirê serokê Îranê (Ishaq Cihangîrî) ragihand, ew tiştê Amerîka behsê dike, xeyal e, ji ber ku pêwîstiya cîhanê bi petrola Îran heye.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Îranê (Mihemed Cewad Zerîf) ragihand, tevî fişarên Amerîka, lê welatên cîhanê dixwazin li Îranê bimînin.

Zerîf got: Ez bibawer im, ku cîhan dixwaze li gorî yasayan biryarê bide, lê nediyar e, heya çi radeyê ew welatana Karin xwe li ber fişarên Amerîka bigirn.

Li aliyekî din jî, Taran daxwaz ji welatên Ewropa kiriye, ku kirrîna petrolê û radestkirina pereyan gerentî bikin.

N.O