Amerika: Kesekî 3 welatî kuştin

Li wîlayeta Maryland a Amerîka kesekî teqe li xelkê kir û di encam de 3 kes hatin kuştin û hejmarek kesên din jî, brîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li wîlayeta Maryland a Amerîka kesekî teqe li xelkê kir û di encam de 3 kes hatin kuştin û hejmarek kesên din jî, brîndar bûn.

Bûyer li sentera dabeşkirina dermanan rûda ye, ku zêdetir ji 1000 karker tê de bûn.

Rêvebira wê senterê Sozan Hêndrsin ragihand, niha rewş hatiye kontrol kirin û karmendên wan li cihê xwe ne û silamet in.

FBI û hêzên ewlekariyê cihê bûyerê dûrpêç kirin e û daxwaz ji xelkê kirin ku, nêzîkî navçeyê nebin, heta niha jî, sedem û mebesta bûyerê nehatiye zanîn.

 

 

 

C.B